Diyanet's June 18 statement (In Kirmanji)

Diyanet's June 18 statement (In Kirmanji)


Jı alema Îslamê re banga skûnetê

Demeke dirêj e ku qeyranên civakî, rageşiyên siyasî û leşkerî didomin. Ji bilî vê li alema îslamê şerên ku dixwazin mezheb û meşreban ji xwe re bikin bingeh diqewimin. Şerê ku her diçe gur dibe gihiştiye asteke wisa ku ne tenê herêma lê diqewime, her wisa gefan li hemû alema îslamê dide. Herî dawî di serî de Mûsil, li herêma Iraq û Sûriyeyê gengeşî derket. Ji ber vê gengeşiyê, rageşî jî zêdetir bû. Raya giştî di nava fikaran de bûyerên ku diqewimin dişopîne. Beyanatên ku di nava xwe de şidetê dihewînin, îlankirinên cihadê, wêrankirina cih warên pîroz û miqedes, geflêdan, revandina mirovan û kuştin di vê pêvajoyê de pêk tên. Ev jî wek nîşaneyên facîayên komî yên ku dê bên kirin in. Heke pêşî li van bûyeran neye girtin û ev bûyer bigihîjin asteke ku mirov êdî nikaribe rê lê bigre, alema îslamê dê ji hêla însanî, civakî, dînî û mezhebî ve perçe bibe. 

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em bangî hemû hêlan dikin da ku bi hevdu re tevbigerin. Herwiha em hemû aliyan vedixwînin da ku di çarçoveya xusûsên li jêrê de tevbigerin.

1. Nasnameya misilmaniyê di ser hemû mezheb, meşreb, aîdbûna siyasî û polîtîk re ye. Divê tu dezgehên dînî rê nedin hewldanên siyasî û bûyerên ku zirara wan digihîje yekîtî û biratiya misilmaniyê. Destdirêjkirina can, xwîn, mal û namûsê li gorî Qur’ana pîroz û sineta Pêxember heram e. Di heman deme de li gorî dîn bêyî sedem rêtina xwîna însanekî jî wek curma herî mezin tê qebûlkirin.

2. Digel hemû cudahiyan, ev 1400 sal in ku ev civak bi hevdu re dijîn. Pêkan nîne ku mirov civakekî bi pergaleke ku bingeha wê li ser dîn û mezheb û etnîkê hatibe avakirin, bi rê bibe. Mafê tu kesî an tu komê nîne ku li dijî bawerî, nirx, fikr û ramanên kes û aliyekî din derkeve û ji ber vêşer bike. Mafê hemû kesan heye ku bi azadî li ser axa xwe û li gorî nirx û dîroka xwe bijî. Divê hemû hewldan û tevgerên bereksê vê, tevgerên kesên ku dixwazin li welat û li ser axa me fitneye derxin, bên dîtin.

3. Kesên ku cudahiya di nava ehlê beyt û ehlê sinetê de -ku di pêvajoya dîrokî de xwe bi xwe derketiye holê- wekî dijayetiyê dibînin û stratejiyên xwe yên siyaseta rojane jî li ser vê ava dikin, divê wekî fitne bên qebûlkirin. Ehlê beyt jî û ehlê sinet jî yên Hz. Pêxemer in. Şerê di navbera van herdu unsûran de nayê qebûlkirin. Herwiha parastina van fikr û ramananan jî tu caran nayê qebûlkirin.

4. Tu caran nayê qebûlkirin ku firqe, cemaet û komeke misilman, têgihîştina xwe ya olî wekî heqîqeta rasteqîn nişan bide û wisa qebûl bike û hemû têgihîştinên din bide alî, berteref û tekfîr bike û bawermendên wê têgihîştinê terkî mirinê bike. Pêkan nîne ku dînê îslamê piştgiriyê bide dîtinên bi vî şiklî û van dîtinan meşrû nişan bide.

5. Hemû kesên ku dibêjin em misilman in, di nava civaka îslamê de ne. Selahiyeta tu kesî nîne ku yekî din ji qada îslamê derxe. Çawa ku di dîrokê de wijdanên misilman dezgehên kufrê mehkûm kiribin, her wisa diyar e ku ev hizr û îtiqadên nevzihûr jî dê ji aliyê wijdana girseyan ve neyê qebûlkirin. Basîret û Feraseta misilmanên ku xwedî wijdan û skûnetê ne dê destûr nede ku ev dezgeh di nava civakê de reh vedin.

6. Ji bo berjewendiyan însanên bêsûc û bêguneh tên kuştin, zarok û jin tên tunekirin û mirov tên sirgûnkirin, tevgerên bi vî rengî dûrî mirovahiyê ne. Tu peywendiya dezgeh û saziyên ku dê li ser van nirxan bên avakirin bi îslamê re tune û nikare xwe bi îslamê re têkildar jî bike.

7. Ji aliyan yek nikare der heqê gorên mezinên Ehlê Beytê yên ku li Necef û Kerbelayê ne û li ser zatên wekî Hz. Elî, Hz. Huseyîn Ebû’l Fadl Ebbas daxuyaniyê bide, ev daxuyanî nayên qebûlkirin. Lewra cih û warên ciyawaz ên wekî Necef û Kerbelayê, zatên wekî Hz. Elî, Hz. Huseyîn Ebû’l Fadl Ebbas tenê ji bo şiî û suniyan na, her wisa ji bo hemû misilman û ometa îslamê bi qîmet in.

8. Ji aliyan yek li dijî aliyên din cîhadê îlan dike, ev yek nayê qebûlkirin. Lewra ne di ayet û sûreteke Qur’ana pîroz de û ne jî di sinetê pêxember de fermana ku misilman dikarin xwîna misilmanekî birijînin, heye. Tu kes nikare li dijî zilmê bi îdiaya cîhadê tevbigere. Herwiha nikare bibe sedema mezlûmiyetê û vê jî meşrû bide qebûlkirin.

9. Di vê pêvajoyê de hin alim û saziyên dînî fetvayan didin. Ev fetva mirovan dikin nav fikaran. Îro roj ya ku dikeve ser milên aliman îlankirina fermanên ku cudayiyê dike nav civakên misilman û civata misilmanan ji hevdu perçe dike, nîne. Divê alim cudahiyên wek dîn, ziman, meşreb, mezheb û îdolojîk li ber çavên xwe bigrin û hewl bidin da ku nuve bikaribin bi hev re bijîn. Heke na, dê hemû alema îslamê vegere qada şer û alimên îslamê jî bibinşirîkên vê sûcê. Têrê nake ku ev rewş tenê di nava hizr û fikaran de bêşopandin.

10. Divê nûnerên saziyên olî û dezgehên herêma ku lê şer diqewime bên bal hev. Divê hemû bi hevdu re, di serî de Iraq û Sûriye ji bo hemû herêmên ku lê şer diqewimin dest bavêjin xebatên çareseriyê. Di vê çarçoveyê de divê sazî û dezgehên navneteweyî yên misilmanan berpirsiyariyê bigrin li ser mile xwe. Wezereta Karen Diyanetê dê li hemû dinyayê şiî û suniyan bîne bal hev û ji bo serkêşiya karekî wiha jî dê bextewar bibe.

Em digel rêzên xwe ji raya giştî re radigihînin.